ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Ajaweyên vê dawîyê li Iraqê, encama sîyasetên Amerîkayê ne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê tevî şermezarkirina daxûyanîya vê dawîyê ya Qesra Sipî ya derbarê ajaweyên vê dawîyê li Iraqê û şarê Besrê de, ragihand ku wê daxûyanîyê hîç qîmetek tineye, sedema matmayîbûnê, handêr û neberpirsane ye.

Qesra Sipî îro li daxûyanîyekê idiayên li dijî Îranê dubare kirin û idia kir: Îranê berpirsê her cure êrişa ser avahîyên dewleta Amerîkayê li Iraqê dizane.

Behram Qasimî sîaysetên gêresaz û destwerdanên dewleta Amerîkayê sedema sereke ya nearamî, bêistiqrarî û gêre û bêtifaqîyê li herêmê zanî û got: Ajaweyênm vê dawîyê li Iraqê ji wan êrişa ser serkonsulxana Komara Islamî ya Îranê l iBesrê û şewitandina wê, encama sîyaset û pişgirîyên aşkira û nihênî yên neberaqil ên Amerîkayê ji wan koman e ku şîdet û tundrêtî berfire kirine û ew kirine babeteke rojane û asayî.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi gotina vîya ku gellek rayedatên dewletê û rewşenbîrên cîhanê haya wan ji rola Amerîkayê li birêxistina bêistiqrarî, bêewlehîtî û zêdexwazîyên zorbêjane heye û got: Divê Amrîka bizane ku bi tawanbarkirina pûç a welatên din ew jî tawanbarkirneke wiha bêezmûnane nikare encamên sîyasetên xwe yên çewt û têkder li herêmê binixumîne.

Behram Qasimî pêgirî li ser sîyaseta isûlî ya Komara Islamî ya Îranê ya parastina aştî, istiqrar û ewlhîya welatên herêmê kir û got: Komployên alîyên sêyem nikarin pêşîya berfirekirin û xurtkirina van peywendîyê mêjûyî û qahîm bigirin.

Başa dön tuşu