EfrîqaNûçe

Li Kenyayê tankêra ku madeya kimyewî barkirî teqiya. Di encamê de herî kêm 30 kes mirin

Li Kenyayê tankêra ku madeya kimyewî barkirî teqiya. Di encamê de herî kêm 30 kes mirin.

Rayedarên Xaça Sor ên Kenyayê diyar kirin ku li ser rêya di navbera paytext Nairobiyê û bajarê Naivashayê de tankêreke ku madeya kimyewî barkirî bû teqiya. Di encama vê teqînê de, 30 kes şewîtîn û mirin. Çapemeniya herîmî jî hejmara miriya weke 40 ragihand û diyarkirin ku 10 kes jî birîndar bûne.

Hate diyarkirin ku teqîn di demeke ku hatûçûn zêde bû pêk hat. Şahidên bûyerê, îdia kirin ku ajokarê tankêrê, kontrola wesayitê winda kiriye û li binguhê wesayitên li pêşiya xwe xistiye. Di encamê de jî teqîneke mezin çêbûye. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê û ji ber ku li tevahiya welêt xebatkarên tenduristiyê ji bo 5 rojan dest ji kar berdane, metirsî heye ku doktor li nexweşxaneyan tune bin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu