IraqNûçeRojhilatanavin

Li Kerkûkê 14 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Li parêzgeha Kerkûk ê di encama êrişa firokeyên Iraqê de herî kêm 14 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Firokeyên şer yên Iraqê baregehên DAIŞê yên li geliyê Qurhe li başûrê bajarê Kerkûkê bordûman kirin.

Li gorî agahiyan, firokeyan du caran gelî bordûman kirin û di encamê de 14 çekdarên DAIŞê yên ku ji ber lehiyê ji şikeftan derketibûn, hatin kuştin.

Başa dön tuşu