BehreynÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî, Îdiayên rayedarên Behreynê pûç û bêbingeh da zanin

Berdevkê wezareta karên derve ya îranê îdiaya nû ya berpirsên behreynî li bara peywendiya Îranê tev meselên navxweyî yên Behreynê bêbingeh da zanîn.

 Ehmed El-Hemadî serokê dozgeriyê sûçên  terorîstî ay Behreynê şemiya buhurî li bara keşfkirina  li gorî gotina wî grûpeke  terorîstî ya 54 kesî agahî da û îdia kir 12 kes ji endamên vê grûpê ji Îran û Iarqê û kesek jî ji Almanyayê tevlî grûpa terorîstî hatine peyda kirin.

Behram qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê siba duşemiyê bi redkirina îdiayên nû yên rayedarên  Behreynê got : Hukimdarên  Behreynê nikarin meselên  xwe yên navxweyî çareser bikin û bersiva  pêkan bidine  xwestkên  medenî û bi aşitî yên welatiyên xwe û carnan nerazîbûnên  gelê vî welatî bi Îranê va girê didin.

qasimî her wiah got : xwelêhaydana ji meselan şêwaza hevpar a hemî sîstemên  serkutker e ku bi gelê xwe re pirsgirêkan wan çê dibe û ev şêwaza ti carî alîkariya çarserkirina  qeyranan nake.

Wî tewsiye li dewleta Behreynê kir ku  dewsa  xebitandina  şêwazên  mensûx û sekinîna ser nihêrîna  ewlehiyê bila hewl bidin bi sedaqet û edalet û parastian prensîpên  exlaqî tev gelê xwe reftraê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu