ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Qasim Silêmanî sersaxiya Newşêrwan Mistefa dike

Fermandarê Sûpaya Qudis ya ser bi Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê Qasim Silêmanî nameyek sersaxiyê bo Serokê Tevgera Goran Newşêrwan Mistefa şand û sersaxiya wî bi koçkirina hevjîna wî kir.

Medyaya fermî ya Tevgera Goran belav kir ku, ji ber koçkirina dawî ya hevjîna Newşêrwan Mistefa Fermandarê Sûpaya Qudis ya ser bi Pasdarên Komara Îranê Ceneral Qasim Silêmanî nameya sersaxiyê arasteyî rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran kir.

Ev jî deqa beyanameyê ye:

Bi navê Xwedê mezin û Dilovan

Birêz kak Newşêrwan Mistefa Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran, me ew nşçeya nexweş a koçkirina hevjîna te bihîst, sersaxiya xwe digehînim we, daxwaz ji xwedê dikim ku, rehma xwe lê bike û sebir û ilhamê bide we û zarok û malbata wê.

Birayê we Qasim Silêmanî (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu