IraqNûçeRojhilatanavin

Li Kerkûkê 3 teqîn li pey hev çêbûn

Li parêzgeha Kerkûkê li pey hev sê teqîn çêbûne û di encamê de kesekî can daye û herî kêm jî 11 kes jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya Berdevkê Polîsê Kerkûkê Efrasyaw Kamîl Weys teqîna pêşîn li Kolana Quds a li nêzîkî Mizgefta Ebrar rû daye û kesekî can daye û 7 kes jî birîndar bûne.

Piştî wê teqînê bi çend xulekan li Cadeya Bexdayê nêzîkî Mollê Aîletî jî bombeyeke vedayî teqiyaye ku encamên wê hîn nehatine zanîn.

Dîsa şev çûyî 8ê Hezîranê li Taxa Mûsela ya Kerkûkê jî bombeyeke din teqiyaye ku encamên wê teqînê jî diyar nebûne.

Li gor nûçeya Rûdawê di teqîna li Kolana Qudsê de karwaneke leşkerî hatiye armanckirin û di encamê de 11 kes birîndar bûne ku di nav wan de zarok û jin jî hene.

Başa dön tuşu