IraqNûçeRojhilatanavin

Şandeyeke YNKê serdana serokkomar kir

Ji bo pîrozbahî li serokkomarê nû yê Êrasqê, Şandeyeke YNKê serdana serokkomar kir.

Bi boneya pîrozbahiya wergirtina posta serokkomariyan Êraqê, îro roja duşemê 8-10-2018`an, şandeyeke Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê serdana Koşka Selam ya serokkomariya Êraqê li Bexdadê kir û ji aliyê Serokkomar Dr. Berhem salih ve bi germî hat pêşwazî kirin..

Şandeya mêvan bi navê tevhaiya serkirde û endam û xebatkar û alîgirên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya serokkomar Dr. Berhem Salih kir û hêvî xwest ku di xizmetkirina Êraq gelê kurd de, serkevtin û serfirazî jê re xwest.

Ji aliyê xwe ve jî serokkomarê Êraqa federal Dr. Berhem Salih jî dazanîn ku ew bawerî bi wê yekê heye ku bi riya diyalogê alozî û kêşeyên hemû Êraqiyan çareser bikin, her weha yekrêzî û bihêzkirina alîkariya hev li dijî terorê, wê giyana biratiyê   dupa bikin ku hemû pêkhatên Êraqê bi hev re girêdide.

Başa dön tuşu