IraqNûçeRojhilatanavin

Li Kerkûkê ji bo hewcedaran “dîwarê merhametê”

Li Kerkûka bajarê Iraqê bi kampanyaya “Dîwarê merhametê” ya ku komeke hevalan da destpêkirin cil û bergên zêde yên li malan digihînin hewcedaran.

Li ser kolana nêzî pireya Şehîdan a li navenda bajarê Kerkûkê cil û bergên ku welatî di malên xwe da naemilînin li hilcoya li ser dîwar tê daliqandin û cil û bergan digihînin hewcedaran.

Welatiyên ku li malên wan cilên zêde hene û dixwazin ku alîkariyê bikin cilên zêde li dîwara ku dibêjinê “Dîwarê merhametê” dialiqînin, herî zêde koçberên navxweyî ji wan cilan sûd werdigirin.

Organîzatora kampanyayê Reşa Tîmîmiyê got ku “Em hedef dikin ku bi vê pêngavê destê alîkariyê dirêjî hewcedaran bikin.”

Tîmîmiyê da zanîn ku bi 5 hevalên xwe ra kampanyaya navborî dan destpêkirin û wiha axivî: “Welatiyên dixwazin ku bi cilên xwe yên zêde alîkariyê bikin cilên xwe li hilcoyên li ser dîwarê dialiqînin. Hewcedar û koçberên navxweyî jî ji cilên li hilcoyê yên li gor xwe dibin.

Tîmîmiyê got ji ber ku cara ewil wan li Kerkûkê kampanyayeke wiha dan destpêkirin û kampanya rastî eleqeyeke mezin tê kêfxweş in û qal kir texmîn nedikirin ku ji bo kampanyayê dê evqas eleqe bê nîşandan

Tîmîmiyê bal kişand ku dîwarê merhametê şev û roj vekiriye û got welatiyên alîkarxwaz bi roj cilan datînin ser dîwar hewcedar jî êvaran cilan dibin û got ku “Saya vê yekê kesên alîkar û yên hewcedar hev nabînin.”

Tîmîmiyê bi bîr xist ji ber ku jimara destegiran her ku diçe zêde dibe dê kampanyayê piştî remezanê jî bidomînin. 

Başa dön tuşu