CîhanNûçe

Poroşenko ji bo çalakiyên Kievê 6 seetan îfade da dozgeriyê

Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenko ji bo xwepêşandanên sala 2013 û 2014an yên Kievê 6 seetan îfade daye Serdozgeriya Ûkraynayê.

Li gorî nûçeya malpera hromadkske.ua ya ku li Ûkraynayê weşanê dike nûçeya xwe sparte çavkaniyekî Ofîsa Serdozgeriya Ûkraynayê û ragihand ku Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenko ji bo xwepêşandanên sala 2013 û 2014an yên li Kievê li hemberî hikûmetê di 18ê Mijdarê de 6 seetan îfade daye Serdozgeriya Ûkraynayê.

Malpera hromadkske.ua yê di nûçeya xwe de derheqê pers û bersivên ku Poroşenko dane de tu agahî belav nekirin. Li Meydana Serxwebûn a paytextê Kieva Ûkraynayê di salên 2013 û 2014an de li hemberî Serokê Dewleta Ûkraynayê ye berê Vîktor Yanukovîç ji bo ku peymana hevkarî ya navbera Yekîtiya Ewropa û Ûkraynayê bipaş xist protestoyên berfireh hatibûn lidarxistin.

Di Sibata 2014an de ji ber şer û pevçûnên navbera çalakvan û hêzên ewlehî yên Ûkraynayê de nêzî 100 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî protestoyan, rêbebiriya welat bi awayekî nîqaşkirî guherîbû û li rojhilatê Ûkraynayê bû sebeba ku di navbera hêzên hikûmetê û milîsan de pevçûn destpê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu