IraqNûçeRojhilatanavin

Li Kerkûkê sê bazirganên madeya hişber hatin girtin

Li gor daxuyaniya fermandariya dijî terora Iraqê ku duh 07.12.2018ê hatiye belav kirin, yek li taxên bajarê Kerkûkê sê bazirganên madeya hişber hatine girtin, ku yek ji wan jin e û girtina wan li ser agahiyên îstixbaratê bûye.

Daxuyaniyê de hatiye gotin ku di dema girtina wan sê kesan de, li gel wan madeya hişber a krîstal jî hebûye û naha lêpirsîna wan berdewam dike.

Başa dön tuşu