ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Kirmaşanê şahî bû şîn: Herî kêm 4 kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn

Li bajarê Kirmaşanê di şahiyekê de şer derket, herî kêm 4 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Şeva borî li taxa Çemen ya bajarê Kirmaşanê di şahiyekê de şer derket.

Li gorî agahiyan, mêvanekî bi çeka kilaşînkof gule bi ser mêvanên din de reşand, di encamê de 4 kes hatin kuştin ku yek ji wan jin bû, 16 kes jî birîndar bûn.

Polîsê Kirmaşanê daye zanîn, 3 kes ji ber wî şerê hatine girtin lê hîn tohmetbarê serekî nehatiye girtin.

Başa dön tuşu