IraqNûçeRojhilatanavin

Berpirsê ajansa nûçan a grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Mûsilê hate girtin

Berpirsê ajansa nûçan a grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Mûsilê hevrê digel hinek ji cîgirên xwe li derûdora vî bajarî hate girtin.

Li gor rapora telivîzyona Rûsiya El-Yewm`ê, Ebdulezîz El-Meazîdî  Berpirsê agehdarî gihandina artêşa Iraqê li gotûbêja xwe ya tev ajansa nûçan a Anatoliyê got: Hêzên artêşa Iraqê duh yekşemê Usman Xalid El-Emîn berpirsê ajansa terorîstên DAIŞ`ê ya ser navê Eimaq li gundekî aliyê rojhilata Mûsilê girtin.

El-Meazîdî  destnîşan kir: Agehdariyên ku vî berpirsê DAIŞ`ê li nav Mûsilê dane ber destê artêşa Iraqê bûye sebeb 6 alîkarên wî jî li vî gundî bên girtin.

Ajansa Eimaqê li sala 2014an hate damezirandin û nûçeyên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê û dêmenên ku terorîstan jî îdamkirina xelkê girtibûn, belav dikirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu