CîhanEfrîqaNûçe

Li Kolombiyayê hikûmet û ELNê li hev kir

Di navbera hikûmeta Kolombiyayê û rêxistina serhildêr ELNê de rêkeftina yekem a hevdîtinên aştiyê pêk hat. Di rêkeftinê de agirbesta mayînde tê pêşbînîkirin.

Hikûmeta Kolombiyayê û Artêşa Rizgariya Netewî (ELN) ragihandin ku wan li hev kiriye ku peymanê deynin.

Sala borî Hikûmeta Kolombiyayê û FARCê peymana aştiyê îmze kiribûn û piştre jî hikûmetê dest bi hewildanên lihevkirina bi ELNê re kiribû.

Serokê delegasyona hikûmetê Juan Camilo Restrepo da xuyakirin, “Ji bo pêkanîna agirbestê û bidawîkirina dijminatiyê bi ELNê re, em dixwazin gav bi gav planê bi cî bînin.”

Fermandarê ELNê Pablo Beltran jî li ser rêkeftina ewil got, ‘Ligel cudahiyan jî destpêkeke baş e.’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu