CîhanEwropaNûçe

Li Kolombiyayê ji bo 3 hezar û 252 milîtanên FARCê biryara efûyê

Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos, biryara der heqê afûkirina 3 hezar û 252 mensûbên Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) yên bi sûcên siyasî dihatin sûcdarkirin de biryara efûyê pesend kir.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Dewletê hemû milîtanên FARCê nakevin ber efûyê, biryara ku Santos îmze kir tenê ji bo milîtanên li kampên rêxistinê çek danîne ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Misyona Kolombiyayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara efûyê piştrast kiriye û heta vê gavê 7 hezar û 400 milîtanên FARCê ji vê biryarê sûd wergirtine.

Piştî îmzekirina rêkeftina aştiyê ya di navbera hikûmeta Kolombiyayê û FARCê da milîtan li welat li 26 herêmên destnîşankirî kom bûn û paşê di 1ê adarê da pêvajoya çekdanînê dest pê kiribû. Di vê qonaxê da, ku xebatên sinifandin û tomarkirina cureyên çekan di bin çavdêriya çavdêrên MM&Vyê da dewam dike, FARCê di 17ê adarê da 140 çekên xwe teslîm kiribûn. Bi vê gavê va FARCê piştî 50 sal heyama şer û pevçûnan, bona cara yekemîn çek danî.

Rêkeftina aştiyê ya yekemîn a ku di 2yê Cotmeha 2016an da di navbera hikûmet û FARCê da hatibû îmzekirin, di referanduma ku qedera 13 milyon kolombiyayî çûbûn ser sandoqê da ji sedî 50,24 dengê “Na” derketibû. Herdu alî paşê li Havanaya paytexta Kubayê li ser maseyê rûniştibûn û di 12ê Mijdara 2016an da li ser rêkeftineke nû li hev kiribûn û herwiha Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos û Serokê FARCê Rodrigo Londono di 24ê Mijdara 2016an da ev rêkeftina nû îmze kiribûn.

Li Kolombiyayê ku welatekî Amerîkaya Latîn e û nifûsa wê ji 48 milyonî zêdetir e, zêdetirî 50 salan şerê navweyî dewam kiribû û herwiha di şerê navxweyî da nêzîkî 260 hezar însanî jiyana xwe ji dest da, 6 milyonî zêdetir însan jî bûn koçber. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu