CîhanMafên MirovanNûçe

Li Kolomboyê teqîneke pêk hat

Îro 24-4-2019`an,di demjimêrên sibê de li paytexta Srî Lanka Kolomboyê di hundirê holeke sînemayê de, teqînek pêk hat.

Li gor ragihand Sky News ku li paytexta Srî Lanka Kolomboyê di sînemayê de teqînek pêk hat lê heta niha sedema teqînê ne hatiye diyarkirin,ema Artêşa Srî Lankayê destnîşan kir ku teqîn ji ber bombeyeke ku li nêzî salona sînema Safwey li Kolobmoyê pêk hat.

Berdevkê polîsên Srî Lankayê diyar kir ku di encama rêzeteqînên ku li Srî Lankayê li dijî 3 dêr û 4 hotêlan pêk hatin, 360 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Başa dön tuşu