CîhanEfrîqaNûçe

Li Komara Demokratîk a Kongoyê şewba ebolayê: 979 kesan mirin

Li Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK) ji ber şewba ebolayê ya ku tîrmeha par dest pê kiribû jimara miriyan gihişt 979 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya KDKyê daxuyanî da û ragihand ku ji dawiya meha tîrmehê vir va ji ber şewba li eyaleta Kîvuya Bakur dest pê kir hejmara kesên agirê wan dertê û xwîn jê diçe gihîşt hezar 572 kesan.

Hat tesbîtkirin vîrûsa ebolayê ji wan kesan bi hezar û 506 kesan vegeriyaye. 

Ji ber nexweşiyê ji wan hin kesên din jî mirin û bi vî awayî hejmara kesên ji ber nexweşiya ebolayê mirin jî gihişt 979 kesan. Dermankirina 88 kesan jî hê dewam dike û 439 kes jî ji nexweşiyê xilas bûn û niha rewşa wan baş e.

Başa dön tuşu