EfxanîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Li Kunduzê êrîşa hewayî: Herî kêm 30 sivîl hatin kuştin

Parêzgarê Kunduzê bi Reutersê re ragihand ku jin, zarok û pîr û kal jî di nav de, herî kêm 30 kes li parêzgeha Kunduzê ya Afxanistanê di derbeyên hewayî de hatine kuştin.

Ji aliyê din ve, ev bûyer qewimî, piştî Artêşa Amerîkayê ragihand ku ew êrîşên hewayî pêk bîne ta ku piştgiriyê bide operasyona hêzên hevkar li Kunduzê ku îro sibehê du leşkerên amerîkî hatibûn kuştin.

Herwiha Parêzgarê Kunduzê Esedûllah Omerxelîl derbarê bûyerê de wiha axivî: “Mixabin, bêtirî 30 sivîlên ku jin û zarok jî di nav wan de ne, di şer de hatine kuştin. Ev bûyereke gelekî xebar e.”

Îro sibehê hatibû ragihandin ku du leşkerên amerîkî hatibûn kuştin gava ku li gel Hêzên Ewlekariya Afxanistanê li dijî Talîbanê li bajarê Kunduzê yê bakurê Afxanistanê operasyona leşkerî pêk dianîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu