CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li Lîbyayê di pevçûnan de 121 kes jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin li Lîbyayê ji ber pevçûnên ku ev bû 10 roj berdewam dikin hejmara mirîyan derket 121î û 561 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve daxuyanîyek hat dayîn.  Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ji ber şer û pevçûna ku ev bû 10 roj li Lîbyayê berdewam dikin tevde 121 kes jiyana xwe ji dest dan û 561 kes jî birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji ber pevçûnan nêzî 13 hezar kes mecbûr man ku malên xwe terk bikin û biçin hinek herêmên din.

Başa dön tuşu