EwropaNûçeRojhilatanavin

Li Libyayê nêzîkî Konsolxaneya Îtalyayê teqîn pêk hat

Li bajarê Trablusê yê Libyayê nêzîkî Konsolxaneya Îtalyayê wesayiteke bombebarkirî teqiya.

Li gorî şahidên bûyerê, wesayiteke bombebarkirî nêzîkî Konsolxaneya Îtalyayê li Trablusê hatiye teqandin. Hinek çavkanî jî diyar dikin ku teqîn di navbera Konsolxaneyên Îtalya û Misrê de nêzîkî Otela bi navê ‘Qesra Libyayê’ çêbûye.

Derbarê mirî û birîndaran de agahî bidest neketine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu