CîhanEwropaNûçe

Li Londonê di êrişeke bi kêran de 2 kes birîndar bûn

Li London a paytexta Brîtanyayê kesekê bi kêran êrişî xelkê sivîl kir û 2 kes birîndar bûn.

Polîsê Londonê ragihand ku li herêma Kensington kesekê bi kêran êrişî xelkê sivîl kiriye. Di daxuyaniya polîsê Londonê de hat diyarkirin ku 2 kes di encama wê êrişê de birîndar bûne.

Herwiha hat aşkerakirin ku kesek hatiye desteserkirin.

Başa dön tuşu