NûçeLubnanRojhilatanavin

Li Lubnanê dîsa serokkomar nehat hilbijartin

Di rûniştina 9emîn a Meclisa Lubnanê ya ji bo hilbijartina serokomarê nû de, tu berbijarekî bi têra xwe deng negirt.

Ji 128 parlementeran 105 parlementer beşdarî civîna ku ji bo hilbijartina cîgirê Serokomar Mîchel Aoun ku di 31ê cotmehê de wezîfeya wî qediya bû li parlementoyê hat lidarxistin.

Di nav namzedan de Mişel Muavvad 39 deng bi dest xistin, 39 deng nederbasdar hatin dîtin û 27 dengên mayî jî ji namzetên din re hatin dayîn. Li gorî vê yekê, ti berendamek nikare 2/3 piraniya pêwîst ji bo hilbijartina serokomar bi dest bixe.

Serokê Meclîsê Nebîh Bêrî ragihand ku rûniştina bê ya ji bo hilbijartina serokomarê nû di 15ê Kanûnê de tê lidarxistin.

Parlamentoya Lubnanê di 29ê Îlonê de yekem rûniştina xwe ji bo hilbijartina serokê nû li dar xist.

Di 31’ê Cotmeha 2016’an de di rûniştina 46’emîn a ku li Meclîsê pêk hat de Serokdewletê berê Avn jî hate hilbijartin.

Başa dön tuşu