EwropaMafên MirovanNûçe

Li Macaristanê 80 kesî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da

Hat ragihandin ku li Macaristanê ji ber pêlan tund a seqa û sermaye 80 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meterolojiyê ya Macaristanê pêla tund a seqa û sermayê ji sala 1985an jî derbas bû pîleya sermayê kete binê —26.5an û reqor şikand. Pela seqayê 8ê Rebendanê li herêma Peşte kete binê —28.1ê.

Ji aliyê din ve Foruma Civakî ya Macaran di daxuyaniya xwe de ragihand di nava çileyê îsal ji payîzê hetanî dawiya berfenbarê 80 kes qefilîn û ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Li gorî zanyariyên forumê, 20 ji wan li kolanan, 27 jê li malen xwe û 33 ji wan di rê de dema radikirin nexweşxaneyan digel hemû mudexaleyan jiyana xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu