
Li bakurê Meksîkayê 24 koçberên ji Kuba û Amerîkaya Navîn ên hatibûn revandin ji hêla polêsan va hatin xilaskirin.
Dozgeriya eyaleta Sonorayê daxuyand ji 24 koçberan jê yekî caw daye polêsan ku ew hatine revandin û bi saya wî ew hatine xilaskirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin koçberên hatine xilaskirin jê 6 zarok û yek jî jineke ducanî ye.
Polêsan daxuyand 5 kesên ji Hondurasê ji ber revandina mirovan û plankirina sûcan hatine girtin.
Gelek kesên ji Amerîkaya Navîn dema dixwazin herin Amerîkayê bi belgeyên dereqanûnî va tên Meksîkayê.
Çeteyên li Meksîkayê jî çavê xwe dikutin koçberan û wan direvînin ku fidyeyê hildin. Hin caran yên koçberan direvînin bi xwe jî koçber in.