Li navçeya Gulnar a ser bi parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyê ve agir bi daristanê ket û kedkarên vemirandina agir ji bo temirandina wê dest bi kar bûn.Li gor agahiyan, îro 7ê Îlona 2022an li Taxa Buyukecelî ya ser bi navçeya Gulnarê ve ji ber sedemeke hîn diyarnebûyî agir bi daristanê ketiye û tîmên girêdayî Rêveberiya Daristanê ya herêmê bi armanca kontrolkirina agir çûne cihê bûyerê.Herwiha hatiye ragihandin ku kar û xebatên vemirandina agirê daristanê berdewam in.Beriya 2 rojan li navçeya Pulurê ya ser bi parêzgeha Dêrsimê li Kurdistana Tirkiyê jî agir bi daristanê ketibû û ji ber nebûna destwerdana asmanî û mînên di erdê de piştî 2 rojan agir hat kontrolkirin û beşek ji erdê Parkên Netewî şewitîbû.
With Product You Purchase
Subscribe to our mailing list to get the new updates!
Lorem ipsum dolor sit amet, consectetur.
Gotarên Têkildar
Hêzên yemenî dest bi pêkanîna qonaxa çarem a tundûtûjiyê li dijî dijminê Israîlê bo piştevaniya ji Xezayê ragihand
10000erê
Bi mîlyonan kes di bin dirûşma “Wefadariya ji Yemenê re, Piştgirên Azad ên Xezayê” derketin
10000erê
Binerîn
Kapalı