CîhanEfrîqaMafên MirovanNûçe

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku ji ber lehiya li Peruyê bi hezaran zarok di nav xetereya xelayê de ne

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hişyarî da ku ji ber lehiya li Peruyê bi hezaran zarok di nav xetereya xelayê de ne.

Maria Luisa Fornaraya Nûnera Perûyê ya UNICEFÊ diyar kir li herêmên ku herî zêde di bin tesîra lehiyê da man 15 hezar zarokên ku emrê wan ji 2 salî piçûktir in nikarin qasî ku têrê dike xwarinê bixwin, avê vexwin û ji jiyana bi tenduristiyê dûr in.

Fornarayê destnîşan kir ku li herêmên bakur ên ku herî zêde di bin tesîra lehiyê da man malbatên ku bêmal man di konan da jiyana xwe didomînin, di van rewşan da herî zêde zarok bi nexweşiyên neksê û rûviyan dikevin.

Fornarayê diyar kir ku li Peruyê ji sedî 15ê zarokan qasî ku têrê dike xurekê naxwin, eva rêjeya li herêmên ku di tesîra lehiyê da man jî digihêje ji sedî 20î û wiha pê da çû: “Dibe ku zarok bi nexweşiyên kêmxwarinê bikevin, dibê em pêşî li vê bibirin.”

Li Peruyê ji ber barana gur lehî rabibû û 106 kes di lehiyê da miribûn, gelek kes jî bêmal mabûn.

Di dawîya rêbendanê da li Lîmaya paytex û bajarên Arequîpa, Huancavelîca û Icayê rewşa derasayî hatibû îlankirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu