EfrîqaEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Brîtanya piştî 5 salan ji bo Îranê balyoz tayîn kir

Brîtanya piştî 5 salan balyoz ji bo Îranê tayîn kir. Wezîrê Karên Derveyê ya Brîtanyayê Boris Johnson ragihand ku ev yek ji bo têkiliyên bi Îranê re gavek girînge.

Brîtanyayê di sala 2011an de piştî sepandinên li Îranê hatin zêdekirin rastî protestoyan hatibû û konsolxaneya xwe ya li Tehranê girtibû û sala borî ji nû ve balyozxaneya xwe vekiribû. Ji wê heyamê heta niha têkiliyên Brîtanya — Îran di asta cîgirên balyozan de dihat dîtin. Brîtanyayê balyozê Qetar û Yemenê yê berê Nicholas Hoptonê li wek balyozê Tehranê tayînkir

Wezîrê Karên Derveyê ya Brîtanyayê Boris Johnson derbarê tayîn kirina Hoptonê de daxuyand ku bi peywirdarkirina balyoz dê têkiliyên di navbera herdu welatan de bilind bibe û hin mijarên girîng bên nîqaşkirin. Herwiha wezîr got: ‘Ez hêvîdarim ku ev ji bo hevkariyek baş di navbera me û Îranê de rolek girîng bilîze û rola Îranê ya di mijarên li herêmê de raste rast derfetên hevdîtinan bibînin.’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu