IraqNûçeRojhilatanavin

Li Mûsilê 7 terorîst hatin girtin!

Fermandarê proseyên Nînowa aşkera kir ku grubek 7 kesî girtine ku ser rêxistina terorîst a DAIŞê ne û ew kesane berê li sînorê bajokê Hemam Elîl ku dikeve başûrê bajarê Mûsilê, 200 hemwelatiyên sivîl kuştine.

Berdevkê fermandeya proseyên Nînowa Mihemed Cibûrî bi daxuyaniyek çapemeniyê ragehand: ‘’Hêzên hevbeş ên hikûmeta Iraqê li bajarokê Hemam Elîl karîn 7 terorîstên DAIŞê bigrin ku destê wan di gelek tewanan de hebûye û çend kesek bûn ji grubên herî metirsîdar.’’

Herwaha got: ‘’Her kesek bixwazê doz li dijî wan terorîstan veke, dikare biçe li dadgehê doz veke û kesûkarên wan kesên hatine darve kirin ji aliyê vê grubê ve dikarin doz vekin.’’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu