IraqNûçeRojhilatanavin

Li Mûsilê taxa El-Yermûk jî hate rizgarkirin

Di çarçoveya Operasyona rizgarkirina aliyê rastê ji bajarê Mûsilê Hêzên Iraqî karîn taxa El-Yermûk ji destê DAIŞê rizgarbikin û di pêşveçûnên xwe de berdewam bin.

Îro, Pênşemê 6.04.2017e û Li gor daxuyaniya Fermandarê operasyona Mûsilê Ebdulemîr Yarela ragehandî ku, Hêzên li dijî terorê karîn di çarçoveya rizgarkirina bakarê Mûsilê taxa El-Yermûk li aliyê rastê ya wî bajarî ji çekdarên DAIŞê rizgarbikin.

Ji aliyê xwe Serokê qaymeqamê Mûsilê Hisên Hacim ji ajansa Sputnîkê re ragehand ku, li aliyê rojavayê Mûsilê ji 70% taxên wî bajarî ji encama şer hatine wêrankinin, ji wan 40% avahiyên xelkê wî bajarîne û 30% jî avahiyên hikumî ne.

Herwiha rêveberiya istixbaratên Iraqê di daxuyaniyekê de tekez kir ku, hemû serkirdeyên biyanî li bajarê Mûsilê hatine kuştin, da zanîn ku, her yek ji Mihsin Ewed, bi regez Siûdî, Xalid Ebuşeref bi regez Asutiralî, Ebdulrezaq Hemdûn û Ebdilah Xalid bi regez Fransî di êrîşekê ya Hevpeymaniya Navnetewî li taxa 17ê Tîrmehê li aliyê rastê li Mûsilê hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu