ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hişyarîya Islamî li deverê di rêka geşatîyê da ye

Nehemîn civîna konseya bilind a Civata Cehanî ya Hişyarîya Islamî li Bexdayê bi daxûyanîyekê bi dawî hat. Di vê daxûyanîyê da bilî hilkolandina alûgurên navçê ji wan ên Iraq, Sûrîye, Yemen û Filistînê, hat ragihandinê tevgera hişyarîya islamî li halê geşbûnê ye.

BIjare û alimên cehana islamê duh danê êvarê li daxûyanîya dawîya civîna Civata Giştî ya Hişyarîya Islamî li Bexdayê pêkutî kirin ku tevgera hişyarîya islamî wekî rastîyeke zelal bi bereketa nirxên islamî û alahilgirîya hezretê ayetulah ozma Xaminêyî rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî bi eyanî li asta navçê li halê geşbûnê ye.

Di vê daxûyanîyê da amajeyî hewldana rezîl a sîyonîsmê jibo rawestandina hişyarîya islamî hatîye kirinê û pişkdarên civînê pêkutî kirine ku tevî van hewldanên kirêt, hişyarîya islamî netenê şûnda nemaye belkî roj bi rojê kemlîye û bi şiklên nû û şêwazên curbicur li halê pêşdaçûnê ye.

Civata Cehanî ya Hişyarîya Islamî li gorî insîyatîfa hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî nêzî 6 salan berî niha pêk hat. Bi destpêbûna pêla nû ya hişyarîya islamî li devera bakûra Afrîqayê û rojavaya Asyayê di sala 2011`ê da û komployên li dijî wê, pêkanîna civat û navendekê ku hereketên gelanî birêve bibe û komployên dijminên cehana islamê rave bike, pêwîst bû. Di rewşeke wiha da, Civata Cehanî ya Hişyarîya Islamî pêk hat. Bi rênimûnîyên rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî li bara pêwîstîya tifaqa ometa islamê li hemberî komployên berfire yên dijminan, hişyarîya islamî li asta deverê bi başî li Iraq, Sûrîye, Behrêyn, Yemen û Filistînê xûya dike û didome.

Tifaqa islamî û naskirin wek du istiratêjîyên sereke jibo dewama hişyarîya islamî û sekinîna li hemberî kiryarên xirabkir ên dijminan li hemberî vê tevgera gelanî hêjayî berçavgirtinê ne.

Ev du istiratêjî niha ji hêla gel, alim û dewletên islamî va xûya dike û ew bi awayekî durist li hemberî planên dijminên hişyarîya islamî li Iraq, Sûrîye, Yemen, Behrêyn û Filistînê li ber xwe didin.

Civîna Civata Cehanî ya Hişyarîya Islamî li Iraqê welatê ku li rêza pêşîn a şerê dijî têrorîsma DAIŞ`ê ye, nîşan da ku welatên islamî gel û dewleta vî welatî li hemberî komploya şûm a dijminan diparêzin. Têkoşîna gelên Iraq, Sûrîye û Yemenê li hemberî komployên curbicur mînaka berbiçav a dewama hişyarîya islamî ye.

Alimên cehana islamê ji 22 welatî li civîna Bexdayê, bi awayekî hevdeng piştgirî dan yekperçetîya ax û serwerîya netewî ya Sûrîyîe û Iraqê li hemberî têrorîsmê û komploya dijminan û herwiha têkoşîna gelê Yemen û Filistînê li hemberî êrişkir û dagirkiran.

Dijminên cehana islamê bi şêwazên curbicur hewl didin bêtifaqî û duberekîyê bêxin navbera welatên islamî. Xweşkirina rê jibo derbasbûna têrorîstên bîyanî yên ji deverên curbicur ên cehanê nav Sûrîye û Iraqê di çarçova plana dijminan a perçekirina welatên islamî dikare bê nirxandinê.

Amadebûna gelê Iraqê li rêza pêşîn a şêrr, berxwedana nêzî 6 salan a gelê Sûrîyê li hemberî têrorîstên tekfîrî û piştgirên wan ên bîyanî, israra gelê Yemenê ser hebûna dewleteke serbixwe û dêmokiratîk tevî cinayetên cengê û li dijî irovantîyê yên hevalbendîya siûdî û bijartina serhildanê wekî tenha bijareya gelê Filistînê li hemberî dagirkerîya Israîlê, nîşana hereketa berdewam a hişyarîya islamî li deverê bi piştkutana li rênimûnîyên rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu