NûçeRojhilatanavinSûriye

Li navçeyên azadbûyî yên Deraya Sûriyê çekên israîlî hatin dîtin

Yekîneyên artêşa Sûriyê li opêrsiyona paqijkirina du bajarokên tezerizgarbûyî yên Besr Herîr û naheteyê li derdora rojhilata Derayê li başûrê Sûriyê, çend ambarên çek û muhimatan ku hin ji wan çêkiriyê Rêjîma siyonîst in, dîtin û dest danîn ser wan.

Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê nasyar bi SANA Newsê, Ev ambarên çek û cebilxaneyê têda bombe, gulleyên RPG, Mûşekên TAW, Guleyên Tankê, Topên Hawanê, Rokêt û hin muhimatên cûrbicûr û mayîn hebûn.

Artêşa Sûriyê piştî tesbîtkirina hebûna xwe li bajarokên rizgarkirî, van navçeyan wek navendên piştevaniyê bi akr tîne.

Li gorî vê raporê, azadkirina bajarokê Besr Herîr û Naheteyê destkefteka mezin ji bo artêşa Sûriyê ye; Ji ber ku ev navçe wek baregehên ehrî mezin ên komên têrorîst li navçeyên sînorî digel Urdinê û El Licahê ne ku niha riyên gihandin alîkariyan bo têrorîstan hatinen girêdanê.

Her wiha piştî paqijkirna tam El Qelemûna Sûriyê, derdora 500 penaberên sûrî piştî pênc salan vegeriyan welatê xwe ta ku biçin cihê jiyana xwe li Qelemûna Rojhilat û Rojava li derdora Şamê.

Pêvajoya dabînkirina pêdiviyên Locêstîkî ji bo vegeriyana van penaberên sûrî bi hevkariya dualî ya Libnan û Sûriyê pêk hat.

Derbasgeha El Zemranî ku demekê şehedê şerê artêşa Sûriyê li dijî komên têrorîst bû, niha bi tamî ji têrorîstan hatiye paqijkirin û penaberên sûrî ji vê derbasgehê bona gihîştina navçeyên jiyana xwe derbas dibin.

Sûriyê eva zêde ji heft salan e ku bi amadebûna komên çekdar û têrorîst weke DAIŞ û bereya Nusreyê ku ji aliyê welatên rojavayî û hin welatên navçeyê va tên piştgirîkirin, tûşî qeyranê bûye.

Başa dön tuşu