NûçeRojhilatanavin

Berteka Îranê li hemberî êrişa têrorîstî li Tûnisê

Komara Islamiya Îranê êrişa têrorîstî ya li Tûnisê şermezar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Sadiq Hisên Cabirî-Ensarî, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamiya Îranê îro bi daxûyaniyekê êrişa têrorîstî ya ser navendeke dewletê li bajarê Binqerdanê li Tûnisê ku di encamê da hejmareke hêzên dewletê û welatiyên tûnisî hatin kuştinê an birîndar bûn, şermezar kir.

Cabirî-Ensarî tevî ragihandina hevderdiya tev malbatên goriyên vê êrişas têrorîstî û dewlet û gelê Tûnisê, careka din li ser hevgirtina Komara Islamiya Îranê ligel Tûnisê li warê sekinîna li hemberî têrorîsm û fanatîsmê sekinî.

Di encama êrişên endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê ser bajarê sînorî yê Binqerdanê li Tûnisê, roja duşemê hejmarek j igelê vî welatî û hêzên ewlehiyê hatin kuştinê yan jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu