FilistînNûçeRojhilatanavin

Li nêzî deriyê sînor ê Refahê êrişa xwekujî: 1 kuştî û 4 birîndar

Hat ragihandin ku li Xezzeyê li rojhilatê deriyê sînor ê Refahê êrişa xwekujî pêk hat, di êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Xezzeyê Îyad el-Buzm di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: “Dema em nêzî xeta sînor bûn 2 kesên ku ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû sekinandin yek ji wan bombeya ser xwe teqand. Di êrişê de kesekî li cem min û ji hêzên ewlehî çend kes birîndar bûn.”

Îyad el-Buzm di berdewamiya axaftina xwe de got: “Birîndar bi ambulansan rakiirn Nexweşxaneya Ebû Yusuf en-Neccar.” Buzm derheqê hejmara birîndaran de reqem neda. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu