CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li Nîcirê lehî rabû: 22 kes mirin û bi hezaran kesî malên xwe ji dest dan

Wezîrekî nîcirî ragiahnd ku ji ber rabûna lehî û laserê di encama lêkirina tund a baranê, 22 kesan jiyana xw eji dest da û bi hezaran kesî bêşûnûwar bûn.

Laûn Megadî wezîrê kiryarên mirovdostane li dewleta Nîcirê roja Çarşemiyê ragihan dku ji 6ê Tebaxê va zêde ji 6 hezar kesî ketine bin bandora vê lehiyê.

Megadî her visa got: Ji ber vê lehiyê zêdetirî 3 hezarc malî û 4 hezar hiktar zevî xera bûne û hejmareka zêde ya ajlen û heywanan jî wenda bûne. Her wiha ziyan li çavkaniyên ava vexwarinê ketiye.

Wezîrê kiryarên mirovdostane li dewleta Nîcirê her wiha got: Navçeyên başûrî yên welêt tûşî zêdetirîn ziyanê hatine û derdora 2 hezar kes li Niyamiyê – paytexta Nîcirê – bêşûnûwar bûne.

Başa dön tuşu