EfrîqaNûçe

Li Nîjerya banê kilîseyê hilweşiya: 160 mirî

Li Nîjeryayê di encama herifîna banê kilîseyekê de li gor amarên destpêkê 160 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gor nûçeya APyê li Nîjeryayê li dema merasîma olî banê dêrê hilweşiya ku tê ragihandin bi kêmî 160 kesan jiyana xwe ji dest daye. Rayedarekî Nexweşxaneya Uyo ya Perwerdehiyê ya eyleta Akwa Ibomê Etete Peters ji APyê re diyar kir,bûyer di dema merasîma olî pêk dihat qewimî ye. Peters da zanîn ku morga nexweşxaneyê têra miriyên bûyerê nekiriye. Herwiha psîkoposê kilîseyê Akan Weeks jî ragihand ku banê dêra ku hêj nehatiye temamkirin hilweşiyaye û 200 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniyên Week gelek birîndar û kesên can dane rakirine curbecur nexweşxaneyên herêmê û herwiha Waliyê Eyaletê Udom Emmanuel jî li cihê bûyerê bûye ku bê birîndar bibe rizgar bûye. Berdevkê walî Ekerete Udoh ragihand ku li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hêjayî gotinê ye, di 12ê îlona 2014an de jî li bajarê Nîjeryayê Lagosê dêrek hilweşiyabû û 116 kesan jiyana xwe ji dest dabû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu