EfrîqaEwropaNûçeRojhilatanavin

Li Nijeryayê du arkeologên alman hatin revandin

Li gorî dezgehên çapamenî yên herêmî ku dispêrên çavkaniyên ewlehî li bajarê Kaduna yê Nijeryayê 2 arkeologên alman hatin revandin.

Rojnameyên herêmî nûçeya xwe spartin çavkaniyekî ewlehî yê departmana Kadunayê û ragihandin ku 2 mirovên zanist ê alman ku li herêmê kolanên arkeolojîk dikirin hatin revandin.

Herwiha rojnameya The Nigerian Premium Timesê jî di nûçeya xwe de ragihand ji bo ku operasyona rizgarkirinê were lidarxistin hêzên taybet sewkî herêmê kirin.

Heta niha nayê zanîn bê herdu mirovên zanist ên alman ji terefê kê ve hatine revandin û daxwaza fîdyeyê kirine an na. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu