NûçeRojhilatanavin

Li Pakîstanê du otobus li hev qelibîn: 30 mirî û 50 birîndar

Li eyaleta Pencap a Pakîstanê du otobusên rêviyan ku seferên nava bajaran dikirin li hev qelibîn, li gorî zanyariyên pêşî di qezayê de herî kêm 30 rêwî jiyana xwe ji dest dan û derdora 50 kesî jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ji Midûriyeta Ewlehî hatine bidestxistin, otobusa ku sefera Karaçî û Lahorê dikir li herêma Hanpura bajarê Rahim Yar Hanê ku dikeve bakurê welat bi otobusa ku ji Sadiqabadê diçû Faysalabadê re qelibî. Di bûyera qezaya herdu otobusan de li gorî zanyariyên fermî herî kem 30 kesî jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên herêmê. Ji aliyê din ve Ofîsa Serokwezîrtiya Pakîstanê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku ji ber bûyera qezayê em di nava êş û xemgîniyeke mezin de ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu