NûçeRojhilatanavinSûriye

Bi sedan awareyên Sûrî ji Urdinê vegeriyan welatê xwe

Serokê navenda Koçberan li sînorê Urdinê digel Sûriyê got: 404 awareyên din di heft rojn bihurî da ji axa Urdinê derbasî Sûriyê bûne.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya SANA Newsê, Serokê navenda Koçberan li sînorê Urdinê digel Sûriyê, Mazen Xendûr her wiha got: Pêvajoya vegeriyana awareyan her rojê bi cuihanîna hin kiryaran ji bo hêsankirina vegeriyana wan bo navçeyên ku ji bin lepên terorîstan hatine rizgarkirin, ber bi zêdebûnê ye.

Wî her wiha got: Zêde ji 6 hezar awareyên sûrî ji destpêka vekirina derbasgeha sînorî ya Nesîb Cabir di Cotmeha 2018an da heta niha vegriyane welatê xwe.

Başa dön tuşu