Li parêzgeha Diyale ya Iraqê hin terorîst hatin girtin
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê, heşt terorîst li parêzgeha Diyalê ya li rojhilata vî welatî girtin.
Li gorî rapora AL ALAM`ê, fermandeyê polîsê parêzgeha Diyalê li daxuyaniyekê ragihand: Heşt terorîstên ku ji midehekê beriya niha ve ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dihatine şopandin, roja pêncşemiyê li bajarên Celewla û El Miqdadiyê li parêzgeha Diyalê hatin nasîn û ew girtin.
Nûman Ebd el Zubeyî, fermandeyê Tîpa Heftem a artêşa Iraqê jî ragihand: Hêzên iraqî îro çar xwekujên ku kemberên teqandinê li xwe ve girêdabûn û dil hebûn ji Sûriyê ve derbasî Iraqê bibin, kuştin.
Saziya ewlehiya Iraqê ji roja sêşemiya buhurî ve li bajarên Bexda û Kerbelayê û hin bajarên din ên vî welatî, bi minasibeta rêûrisma rêzgirtina Erbeîna Huseynî, rewşa awarte ragihandin.
Çavkaniyên iraqî radigihînin ku zêde ji 10 mîlyon ziyaretker derbasî bajarê Kerbelayê bûne.