IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Li paytexta Iraqê Bexdayê, 2 teqîn çêbûn û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn

Duh li başûrê rojavayê bajarê Bexdayê 2 teqînan rû da û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihand ku bombeke çandî li devera Bexdad El-Cedîdeyê teqiyaye û di encamê de 1 kes hatiye kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûne.

Bombeyeke din jî li nêzîkî bazara sewze û mîweyan a Reşîd li başûrê rojavayê Bexdayê teqiyaye û di encama teqîna duyem de jî, 4 kes birîndar bûne. Herwiha tenê li bajarê Bexdayê jî di heyama meha Cotmehê de 268 kes hatine kuştin û 807 kes jî birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu