
Li peravê Peruyê erd bi lerza 6,4an hejiya.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê diyar kir ku navenda erdhejê 98 kîlometre li rojavayê Camaraya girêdayî bajarê Arequipayê ye û 44 kîlometre di binê behrê da çêbûye.
Ajansa Parastina Sivîlan a Peruyê hê derbarê zirar û ziyanê û rewşa merivan da daxuyanî neda.
Di 15ê tebaxê da li welêt erd bi lerza 5,4an hejiyabû, di erdhejê da 4 kes miribûn û 30 kes jî birîndar bûbûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)