NûçePakîstanRojhilatanavin

Li Pîşawera Pakistanê teqîn qewimî û 42 kes hatin kuştin û birîndar bûn

Di encama teqîneka xwekujiyê li bajarê Pîşawera navenda eyaleta Xêyber Pextûnxwua (Khyber Pakhtunkhwa) a Pakistanê de, herîkêm şeş kes hatin kuştin û 36 kes jî birîndr bûn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, ev teqîna xwekujiyê sêşemiyê bi şev li civîna hilbijartinê ya Partya Ewam a Netewî ya Pakistanê qewimî.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecî, birîndarên vê êrişa terorîstî ji bo nexweşxaneya Lady Reading a bajarê Pîşawerê hatine veguhestin.

Harûn Blûr, berendamê Partya Ewam a Netewî ya Pakistanê li hilbijartina tê ya parlimana vî welatî jî di nava kuştiyan da ye.

Hilbijartina parlimanî ya Pakistanê, wê 25`ê Tîrmehê were lidarxistin.

Başa dön tuşu