
Li Polonyayê germahiya hewayê ji roja pênçşemê û vir ve bin sifirê di 26 pileyan de ye. Rayedarên Polonyayê daxuyandin k udi nava 2 rojên dawîn de ji ber sermayê 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. Berdevkê Navenda Ewlehî ya Neteweyiya Polonyayê Bozena Wysocka derbirîn ku ji 1’ê Mijdarê û vir ve 53 kesan ji ber cemedê jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin kul i Polonyayê wê dawiya hefteyê jî ev pêla hewa sar berdewam bike.
Li Almanyayê îro roja herî sar a zivistanê bû. Li eyaleta Bavyera ya Almanyayê germahiya hewayê bin sifirê di 26 pileyan de bû. Daîreya Meteorolojî ya Almanyayê daxuyand ku germahiya hewayê di vê zivistanê de rekor şikand. Daîreya Meteorolojî ya Almanyayê ragihand k udi rojên pêş de berf wê bibare lê germahiya hewayê jî wê hebkî germ bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)