IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên gelanî yên Iraqê li bersiva Ayetullah Sîstanî merceyê mezin ê şîeyên vî welatî bona alîkariya awareyên Mûsilê kempeyna “Ji dil we re“ pêk anîne

Hêzên gelanî yên Iraqê li bersiva Ayetullah Sîstanî merceyê mezin ê şîeyên vî welatî bona alîkariya awareyên Mûsilê kempeyna “Ji dilê we re“ pêk anîne û deriyên mala xwe li ser awareyên Mûsilê ku piraniya wan ehlê sunet in vekirine û li hemû parêzgehên Iraqê bona van awareyan alîkariyan kom dikin.

Her li vê barê de Ebû Mehdî El-Muhendis alîkarê serokê hêzên Heşda Şeibî yekşemê şev li kêleka fermandarên din ên vê grûpê ji hemû sazî û xelkê Iraqê xwest ku hemû xelkê Iraqê bona alîkariya bo awareyên Mûsilê bêne meydanê.

Wî ragihand; gelek ji xelkê rojavaya Mûsilê ku heta niha grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji wan wekî mertala mirovî istifade kiribû, ji vê navçê revîne û dewlet bi tenê nikare alîkariya wan bike û pêwîst e hemû xelkê Iraqê bigehêjin hawara wan.

Ebdul Mehdî El-Kerbelayî nûnerê ayetullah Sîstanî li bajarê Kerbelayê îna bihurî ji xelkê Iraqê xwest ku alîkariya xelkê Mûsilê bikin.

Pêştir jî nivîsgeha Ayetullah Sîstanî karwanên alîkariyê ji bo xelkê Mûsilê şandibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu