ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Qasim Silêmanî : “Bedêla xwîna Îmad Muxnî ne avêtina moşeke divê rejim ji binî ve were tinekirin”

Fermandarê Hêza Quds ê Îranê ku berpirsyarê Supayê Pasdaran ê operasyonên derveyê welat e Qasim Silêmanî di bîranîna fermandarê Hizbullahê ku di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de hatibû kuştin Îmad Muxnî de dîsa Îsraîl tehdîd kir.

Qasim Silêmanî di axaftina xwe ya bîranînê de behsa operasyonên Îsraîlê yên dawî ku li Sûriyeyê pêk tîne kir û got: “Rejima Îsraîlê van operasyonên dawî ji tirs û dînîtiya xwe dike.”

Silêmanî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Bedêla xwîna Îmad Muxnî û yên din ku ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin ne avêtina moşekek an jî kuştina kesekî ye. Divê rejim ji binî ve were tinekirin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu