IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Li Rojava emîrekî îstixbarata DAIŞê hat kuştin

Hêzên Yekîneyên Antî Teror (YAT) a Rojava, encama operasyoneke taybet a dijî xwekujekî DAIŞê ragihand.

Yekîneyên Antî Terorê (YAT) yên Rojava di daxuyaniya xwe ya îro Pêncşemê de ragihand ku wan li 30yê Cotmehê dijî terorîstekî xwekuj ê DAIŞê operasyoneke taybet li dar xistiye. Di wê operasyona ku li Serêkaniyê pêk hatiye de, terorîstê ku rêyên Serêkaniyê mayîn dikir û amadekariya çalakiya xwekujî dikir, bûye armanca hêzên antî terorê. Di daxuyaniyê de hate eşekere kirin ku navê wî terorîstê DAIŞê Ehmed El Sixêl e û derketiye holê ku ew emîrekî îstixbaratê û endezyarê çêkirina mayînan e.

YATê diyar kir ku ew terorîst dema xwe ji êrîşê re amade dikir hatiye kuştin û li cihê bûyerê; 1 keleş, 1 rext, 2 rextê teqemeniyê, 6 mayîn, çenteyek, 4 cîhazên mayînan û motorek hatine bi dest xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu