IraqNûçeRojhilatanavin

Li rojavayê Mûsilê fermandarekî DAIŞê kuştine ku tê îdiakirin ku welatiyê Rûsyayê ye

Rayederek ji Polêsên Federal ê Iraqê amaje kir ku li rojavayê Mûsilê fermandarekî DIAŞê bi navê Ebu Hacir el Rusî di encama êrişa bi moşek de hatiye kuştin.

Heman rayedar destnîşan kir ku: “Me hêj nav û welatê milîtanê ku hatiye kuştin piştrast nekiriye. Lê bi kasî ji nasnavî wî em fêm dikin dibe ku ew ji Rûsyayê hatibe.”

Operasyona hêzên iraqê ên herêmên rojhilat ên Mûsilê ji DAIŞê paqij kirin, niha jî li rojavayê Mûsilê şer dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu