NûçeRojhilatanavinSûriye

Li rojhilatê Dêrezorê xelkê Sûriyê rê li ber derbasbûna hêzên dagîrker ên Amerîkî girtin

Li bajarokê Cidîd Beggare li rojhilatê Dêrazorê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê de ye, xelkê Sûriyê rê li ber gereke serbazî ya hêzên dagîrker ên Amerîkayê girtin, herwihna ciwanan kevir li zirêhpoşên Amerîkî barandin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 1ê Mijdarê li bajarokê Cidîd Beggare li rojhilatê Dêrazorê ku di bin kontrola HSDê de ye, rê li ber gereke serbazî ya hêzên Amerîkayê ji aliyê xelkê hat girtin, herwihna ciwanan kevir li zirêhpoşên Amerîkî barandin, ev jî li gor xelkê navçeyê ji ber têkçûna rewşa aborî ye.

Hevdem ciwanên Cidîd Beggare rêyên navçeyê bi kevçûkên agirpêketî girtin, û daxwaza başkirina rewşa debara jiyana rojane kirin.

24ê Cotmeha borî jî, xelkê bajarokên Hewayic Bû Mesmehe û Hewayic Diyab û Mihêmîde li rojavayê Dêrazorê ji ber têkçûna rewşa aborî rêyên navçeyê bi kevçûkên agirpêketî girtin.

Başa dön tuşu