CîhanEwropaNûçe

Li Rûsyayê erd bi lerza 7,8an hejiya

Li Nîvgirava Kamçatkayê ya li bakurê rojhilatê Rûsyayê erd bi lerza 7,8an hejiya.

Di daxuyaniya Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê (USGS) da hat diyarkirin ku li Behra Berîngê ya li peravê Nîvgirava Kamçatkayê erd bi lerza 7,8an hejiya.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku navenda erdhejê Komgiravên Nearê yên li başûrê Alaskayê ye.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku erdhejê li ser qadeke 200 kîlometreyî tesîra xwe nîşan da, piştî lerza mezin erd carekê dîsa bi lerza 5,2yan hejiya. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu