NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Şamê teqîn: Kuştîyêk û 5 birîndar

Teqînekî paytexta Sûriyê Şam hejand û hejmarek kuştî û birîndar hene.

Li gor nûçeya çapemeniya Sûriyê, teqîn îro 24.04.2019ê nîvro li başûrê Şamê pêkhatiye.

Li gor heman çapemeniyê bombeyekî ku bi otomobîlekî de hatibû zeliqandin teqiyaye û bûye sedemê kuştina şofêrekî û birîndarbûna 5 kesên din, ku wê demê li wî cîhî bûn.

Başa dön tuşu