Li Şemdînliya navçeya Şirnexê di malekê da şewat derket, mal tevahî şewitî.
Li taxa Modayê di mala Kemal Sever da ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Sever jina xwe û 2 zarokê xwe ji malê derxistin. Tîmên agirvemirandinê hatin cihê bûyerê û bi alîkariya welatiyan şewat vemirandin, lê mal bi tevahî şewitî. Ji bo tevdîrê Sever, jin û zarokên wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemdînliyê. Hat ragihandin rewşa wan baş e.